Daxwazên xwepêşanderên Duhokê ji hikûmeta Iraqê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwepêşanderan li parêzgeha Duhokê yadaştnameyeke nerazîbûnê û daxwazên rewa pêşkêşî saziyên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

Bi hezaran welatiyên Duhokê îro sêşemî 5ê Îlona 2023an, li dijî biryarên hikûmeta niha ya Iraqê û neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ku di yasaya bûdceya giştî ya sala 2023 û 2024an de hatiye diyarkirin, xwepêşandan kirin û yadaştnameyeke nerazîbûnê û daxwazên rewa pêşkêşî saziyên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

Di yadaştnameyê de daxwaz ji wan aliyan hatiye kirin ku kar ji bo neçarkirina desthilatên Bexdayê bikin ku pabendî cîbicîkirina destûrê bin û xwe ji rêkeftinên ligel Hewlêrê dûr nexin.

Daxwaza xwepêşanderên Duhokê ji hikûmeta Iraqê:

- Pabendbûna bi rêkeftinên ligel Hewlêrê

- Şandina budce û mûçeyan li gorî destûrê

- Cibicîkirina madeya 140 ya destûra Iraqê

- Parastina pêkvejiyana aştiyane

- Cudakirina yasayê ji nakokî û berjewendiyên siyasî

- Nabe nakokî rê li ber şandina mafên darayî bigirin

- Sizakirina kujerên şehîdên Kerkûkê