HSD bidawîbûna operasyona li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bidawîhatina operasyona ewlehiyê li bajarokê Zîbanê li rojhilatê Dêrazorê ragihand û heta niha çarenivîsa Ibrahim El-Hefil ne diyar e.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî ji “AFP” re got ku operasyonên HSDê Yên leşkerî li bajarokê Zibanê bi dawî bûne û hêzên wan niha dest bi proseya lêgerîn û pişknînê li taxên bajêr dikin.

Ji roja 27ê Tebaxa 2023an ve, ji encama girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewle ji aliyê HSDê ve, şer û alozî di navbera herdu aliyan de derketiye, HSDê jî dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kiriyê.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji ber şer û pevçûnan heta niha 90 kes hatine kuştin: 9 kes sivîl ku 5 ji wan zarokan in, 57 çekdarên eşîrên Ereban û 24 şervanên HSDê.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, HSDê bajarokê Zîbanê îro kontrol kir, lê heta niha neketiya baregeha Îbrahîm El-hefil û çarenivîsa wî jî ne diyar e.

HSDê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, kesê bi navê Îbrahîm El Hefil, serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin, ji ber ku ew bû sedema rijandina xwîna şervan û xelkê û li gorî fermanên aliyên derve, serkêşiya hewldanên derxistina fitneyê dike.

HSDê tekezî li ser wê yekê jî kir, bi baldariya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê ev plana wan têk çû û ew Îbrahîm El Hefil û çekdarên ji rojavayê Firatê hatine anîne, efû nakin.