WHO derbarê belavbûna cûreya nû ya Koronayê de hişyariyê dide

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) asta metirsiyên Koronaya nû ya guherî eşkere dike û hişyariyê li ser belavbûna wê ya bilez dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) asta metirsiyên Koronaya nû ya guherî eşkere dike û hişyariyê li ser belavbûna wê ya bilez dide.

Îro Çarşemê 6ê Îlona 2023an, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand, vîrusa Koronayê ya nû ya guherî ku navê wê yê zanistî BA.2.86 ye, bilez belav dibe û metirsîdar e.

Berpirsên WHOyê bi hûrgilî çavdêriya vê vîrusa nû dikin û diyar dikin ku cudahiyên vê cûreya vîrusê ew ku di nav çendîn proteîn de ye û dikare bi awayekî berfireh belav bibe.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) di sala 2020an de ji ber belavbûna vîrusa Koronayê rewşa awarte ya tendirustiyê li seranserê cîhanê ragihandibû û welatan demildest sînorên xwe girtin û karantînayên seranserî ragihandin, bi awayekî ku cîhanê berî wê tiştekî wisa nedîtibû.

Li gor amarên fermî, zêdetirî heft milyon kesan heta niha li seranserê cîhanê ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane, lê belê berpirsên WHOyê wisa bawer in ku nêzîkî 20 milyon kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.