Tirkiye kuştina berpirseke YPGê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye kuştina berpirseke YPGê di operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê de radigihîne.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê ji zarê berpirsên ewlehiyê radigihîne, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê operasyoneka taybet li dijî YPGê kiriye û di encama operasyonê de yek ji berpirsên aboriyê ya YPGê Zûlfiye Bînbîr ya bi nasnav “Rojna” hatiye kuştin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin, Zûlfiye Bînbîr di sala 1993an de tevlî PKKê bûye, heta sala 1997an li herêma Xerzan û Diyarbekirê maye, piştre vegeriyaye nav sînorên Îraqê û heta di sala 2004an di nav sînorên Îraqê de xebatên rêxistinî bi rê ve biriye.

Da zanîn jî, Zûlfiye Bînbîr piştî sala 2012an jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Di sala 2018an de wek Fermandara Asayîşa Kobanî li hat erkdarkirin.

Hatiye diyarkirin, Zulfiye Binbir ji sala 2021ê vir ve di nav berpirsiyarên darayî/aborî li Qamişlo de cih girtiye.