Serokwezîrê Îspanyayê bi Koronayê ket

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ji ber pêketina Koronayê (Covid-19) beşdarî Lûtkeya G20ê nabe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ji ber pêketina Koronayê (Covid-19) beşdarî Lûtkeya G20ê nabe.

Malpera hikûmeta Îspanyayê ragihandiye, ji ber pêketina vîrusa Koronayê (Covid-19), Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez beşdarî Lûtkeya G20 a li Hindistanê nabe.

Herwiha diyar kiriye, piştî pişkinîna Koronayê, derketiye holê ku Serokwezîrê Îspanyayê nikare serdana bajarê New Delhi yê Hindistanê bibe ji bo beşdariya Lûtkeya G20, ku biryar e di 9ê Îlonê de dest pê bike.

Malpera hikûmeta Îspanyayê eşkere kiriye ku rewşa Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez baş e û di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Roja 6ê Îlona 2023an, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ragihand, vîrusa Koronayê ya nû ya guherî ku navê wê yê zanistî BA.2.86 ye, bilez belav dibe û metirsîdar e.

Berpirsên WHOyê bi hûrgilî çavdêriya vê vîrusa nû dikin û diyar dikin ku cudahiyên vê cûreya vîrusê ew ku di nav çendîn proteîn de ye û dikare bi awayekî berfireh belav bibe.

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) di sala 2020an de ji ber belavbûna vîrusa Koronayê rewşa awarte ya tendirustiyê li seranserê cîhanê ragihandibû û welatan demildest sînorên xwe girtin û karantînayên seranserî ragihandin, bi awayekî ku cîhanê berî wê tiştekî wisa nedîtibû.

Li gor amarên fermî, zêdetirî heft milyon kesan heta niha li seranserê cîhanê ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane, lê belê berpirsên WHOyê wisa bawer in ku nêzîkî 20 milyon kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.