Wezareta Tendirustiyê ya Fasê bo K24: Hejmara qurbaniyan zêde dibe

“Bi sedan kes di bin kavilên avahiyan de asê mane.”

Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Wezîrê Tendirustiyê yê Fasê (Mexrib) pêşbînî dike ku hejmara kesên di erdheja vê sibê de canê xwe ji dest dane, zêdetirî hezar kesî bilind bibe û got: “Bi sedan kes di bin kavilên avahiyan de asê mane.”

Îro Şemiyê 9ê Îlona 2023an, Şêwirmendê Wezîrê Tendirustiyê yê Fasê (Mexrib) Dr. Muaz Emrabit ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ji ber vê erdheja ku vê sibê çend bajarên Mexribê hejandin, zêdetirî 860 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 700 kesên din jî birîndar in.”

Dr. Muaz Emrabit diyar kir, birîna gelek birîndaran giran e û ew pêşbînî dike ku hejmara kesên ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane, di çend demjimêrên bê de di ser hezar kesî bikeve.

Emrabit eşkere kir: “Bi sedan welatiyên Mexribî di bin kavilên avahiyên rûxayî de asê mane û tîmên berevaniya şaristanî hewla rizgarkirina wan didin.”

Şêwirmendê Wezîrê Tendirustiyê yê Fasê (Mexrib) diyar dike, gelek welatan amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina hikûmeta Fasê nîşan dane ji bo rizgarkirina wan welatiyên ku di bin kavilên avahiyan de asê mane, ji wan welatan; Qeter, Îspanya, Erebistana Siûdî, Îmarat, Kuweyt û çend welatên din.