Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemî û piştevaniya Herêma Kurdistanê bo Mexribê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber erdheja li Mexribê de, bi peyamekê hevxemiya ligel gel û hikûmeta Fasê (Mexribê) ragihand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” di peyamekê de nivîsî: “Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya erdheja wêranker a ku li Şahnişîna Mexribê rû daye û di encamê de ziyaneke mezin a canî û malî pêk anî, wergirt.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan re radigihînin, herwiha em di van kêliyên dijwar de piştevaniya Herêma Kurdistanê bi hikûmet û gelê Fasê re radigihînin.”

Îro Şemiyê 9ê Îlona 2023an, erdhejek bi hêza 7.2 li gorî pîvera Richterê li bajarê Merakişê rû da û li gor dawî amaran, heta niha di erdhejê de 1037 kesan canê xwe jidest dane.