Lêkolîner Dr. Mihemed Zeyno pirtûka “Lo Welato” amade kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û lêkolînerê Kurd ê ji herêma Efrînê Dr. Mihemed Zeyno pirtûkeke lêkolînê li ser strana “Lo Welato” ya li ser şoreşa Şêx Seîdê Pîran hatiye gotin, amade kir.

“Lo Welato” straneke dengbêjî ya gelêrî ye, li herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) li ser şoreşa Şêx Seîdê Pîran a sala 1925an hatiye çêkirin û ji aliyê gelek dengbêjan ve jî hatiye gotin.

Pirtûka “Dastana Şêx Seîdê Pîran - Lo Welato” berhemeke lêkolînê ye, ji aliyê Dr. Mihemed Zeyno hatiye berhevkirin û belgekirin. Humermend Inayet Dîko bergê wê dîzayn kiriye û ji aliyê Weşanxaneya Sersera ve li Almanyayê hatiye çapkirin.

Nivîskar û Lêkolîner Dr. Mihemed Zeyno li ser vê berhema xwe ya nû ji K24ê re got: “Pirtûka Lo Welato li ser bingeha strana ‘Lo Welato’ hatiye nivîsandin ku gelek stranbêjên herêma Çîyayê Kurmênc ew gotiye. Ev stran pir li nav gel belav bûye û êdî bûye dastan, Dastana Şêx Seîdê Pîran.”

Herwiha got: “Ez ketim pey dîroka vê stranê û ez gihîştim vê encamê: Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîdê Pîran di buhara 1925an de, gelek kesên ku ji ber zulm û zordariya dewleta Tirkiyê reviyane û gihîştine Çiyayê Kurmênc, di şevbuhêrkên xwe de behsa şoreşê û serpêhatiyên xwe dikirin. Ew serpêhatiyên wan jî, bû hêvana strana Lo Welato.”

Dr. Mihemed Zeyno da zanîn: “Di zivistana 1925an dengbêj Hesen Nazî yê ji gundê Naza, ew kire stran û di nav xelkê de belav bû. Piştre di salên şêstî de, dengbêjê navdar Cemîl Horo ew li ser sêlikê qeyd kir. Dûvre di sala 1970î de, dengbêj Mihemed Elî Tico stra û ew baş belav bû. Herwiha di sala 1978an Mihemed Elî Tico ev stran cateke din qeyd kir.”

Dr. Mihemed Zeyno dibêje: “Ti hunermend û dengbêjek li herêma Çiyayê Kurmênc tune ye ku ev stran negotiye. Herwiha ti kes li Çîyayê Kurmênc tune ye jî ku parçak ji vê stranê jiber nekiribe. Min jî xwast ez vê stranê di pirtûkekê de berhev bikim û çap bikim, ji bo wek mîratekê ji nifşên bê re bimîne.”

Lêkolîner Dr. Mihemed Zeyno ji gundê Kaxirê yê Çîyayê Kurmênc/Efrînê ye. Sala 1963an jidayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û bekeloriyayê li bajarê Efrînê temam kir. Sala 1984an li zanîngeha Kîyevê, Paytexata Ukraynayê, beşê Felsefê xwendiye. Sala 1993an ji Akademiya Zanistî ya Rûsyayê, beş civaknasîyê diktora wergirtiye. Ew ji sala 1996an ve jî li Almanyayê dimîne.

Ji berhemên din ên Dr. Mihemed Zeyno:

Malbata Kurd Li Koçberiyê – Sala 2009  

Sûrî.. Koçberî yan Koçberkirin – Sala 2019

Integration – Sala 2021