ENKS: Biryara Amerîka ya sizakirina li ser komên çekdar li Efrînê, gaveke rast e

Dîmenk ji civîna ENKSê
Dîmenk ji civîna ENKSê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, Biryara Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ya sepandina sizayan li ser hin komên çekdar ên li Efrînê û hin serkirdeyên wan, gaveke rast e ji bo rêgirtina li binpêkirinên berdewam ên li Efrînê.

ENKSê îro 12ê Îlona 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, ENKSê roja Yekşemê 9/10/2023 civîna xwe ya asayî lidar xist û tê de li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî, aloziyên li Dêrazorê, xwepêşandanên li Siweydayê û pêşhatên li Efrîn, Serê Kaniyê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê yên di destê Rêveberiya Xweser de, gotûbêj kirin.

ENKSê derbarê alozî û bûyerên vê dawiyê li Dêrezorê derketine de got, “Ne HSD nûnertiya Kurdan dike, ne jî endamên hin eşîrên Ereb nûnertiya Ereban dikin. Herwiha bangên ji bo derxistina fitneyê û gurkirina nakokiya Erebî-Kurdî şermezar kir.

Di vê derbarê de ENKS, binpêkirinên li dijî her pêkhateyekê ji her aliyekî ve û hemû hewldanên guhertina dîmografî li her herêmekê ji erdnîgariya Sûriyê şermezar kirin û bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku aştiya sivîl û civakî biparêzin û çanda pêkvejiyanê di nav xwe de ava bikin.

Li ser rewşa Siweydayê, ENKSê piştevaniya xwe ji xwepêşandanên Siweydayê û navçeyên din re ragihand û got ku tevgera gel û daxwazên wan rewa ne.

Derbarê rewşa Efrînê de, ENKSê tekez kir, “Biryara Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ya sepandina sizayan li ser hin komên çekdar ên li Efrînê û hin serkirdeyên wan, gaveke rast e ji bo rêgirtina li binpêkirinên berdewam ên li Efrînê.”

ENKSê di vê derbarê de jî, bang li civaka navdewletî kir ku berpirsiyariyên xwe ji bo rawestandina van binpêkirin û hewildanên berdewam ên guhertina demografî, derxistina komên çekdar ji deverên niştecihbûyê, hêsankirina vegera bi ewle ya koçberan bo malên xwe, bicih bîne û rêveberiya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî radestî xelkê wan ê resen bike.

ENKSê di beşeke din a daxuyaniya xwe de, berdewamiya girtina endam û alîgirên ENKSê ji aliyê desthilata PYDê ve şermezar kir û daxwaza azadkirina wan û rawestandina binpêkirin û kiryarên ku dibin sedema koçberbûna xelkê kir.