Li Wanê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Elbak a parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirekê li mînîbusekê da, di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Elbak a parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirekê li mînîbusekê da, di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Wan – Colemêrgê, balhirgirek û mînîbusek ku hêj nasnameyên şofêrên wan diyar nebûne, li hev qelibîn.

Piştî agahdarkirina welatiyan, cendirme, ambulans, tîmên tendirustiyê û agirkuj gihiştin cihê bûyerê.

Hat eşkerekirin ku di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne û birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Rêya ku demek ji bo trafîkê hate girtin, piştî rakirina wesayîtan cardin ji çûn û hatinê re hat vekirin.