Festîvala Cezîrê ya Hespên Resen birêve çû

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Tilmerûf yê Rojavayê Kurdistanê, Festîvala Cezîrê ya Hespên Resen birêve çû. Nêzî 90 hespsiwarên ji navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bakûrê rojhilatê Sûriyê beşdarî fistîvalê bûn.

Bi beşdariya 90 hespsiwarên ji tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakûrê rojhilatê Sûriyê, fistîvala Cezîrê ya hespên resen li gundê Tilmerûf yê Rojavayê Kurdistanê birêve çû. Tevî ku beriya niha gelek pêşbirkên hespan li navçeyê hatine lidarxistin, lê ev yekemîn fistîval e ku bi awayekî fermî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve birêve diçe.

Hespswar Raid El-Elî got: “Hesp ji bo me sembol e, simboleke giring e di çanda me de, wek zarokên me ne û beşek ji malbata me ne, çawa em zarokên xwe xwedî dikin, wisa jî em hespên xwe xwedî dikin.”

Festîvala ku ji 9 geran pêk hat, rikaberiyeke mezin tê de hat nîşandan, nemaze ku xelatên madî ji hespaiwarên serkeftî re habûn. Beşdarên festivalê ji aliyê xwe ve xweşhaliya xwe nîşan didin û bal kişandin ser giringiya hespan di çanda pêkhatiya Ereb de li navçeyê.

Xwedîkerê hespan Hail Îslam dibêje: “Serkeftin ji bo me tiştekî mezin e, serbilindiyeke ji bo me, spas bo xwedê li ser vê serkeftinê, ji ber ku ev hesp resen in û beşek ji çanda me ne.”

Ji bilî rikaberiyê, di fistîvala hespan de derfeta kirîn û firotina hespan jî  hat kirin.