Encûmena Wezîran a Iraqê biryarê ji bo şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê îro dicive û biryarê li ser pêşniyara şandina pereyan bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide.

Encûmena Wezîran a Iraqê îro 17ê Îlonê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dicive û biryarê li ser pêşniyara Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide.

Roja 14ê Îlonê 2023an şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Bexdayê kir û li gel her sê serokatiyên Iraqê, aliyên siyasî yên Iraqê û fraksyonên Kurdistanî civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêşniyar kir ku hikûmeta ji bo mehên (7 - 12) mehane 800 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne da ku mûçeyê karmendan bide. Her wiha pêşniyara guhertina çend xalên yasaya bûdceyê yên girêdayî bi pişka Herêma Kurdistanê kir.

Di dawiya serdanê de jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, serdana wan ji bo parastina maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê bû û spasiya aliyên Kurdistanî jî kir ji bo yekrêziya ku li hember mafên Herêma Kurdistanê nîşan dane.