Barcelona bi 5 golan mêvanê xwe Real Betis têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelonayê di Ligeya Spanyayê de bi encameke mezin, bi 5 golên bêbersiv li hember mêvanê xwe Real Betîs biser ket.

Şeva borî Tîma Barcelonayê di gera pêncem a La Ligayê de mêvandariya Real Betîs kir û bi encama (5 - 0) biser ket.

Joao Felix, Robert Lewandowskî, Ferran Torresê, Rafînha û Joao Cancelo di xulekên (25, 32, 62, 66 û 81) de golên Barcelonayê tomar kirin.

Barcelona piştî vê serketina xwe ya çaremîn li ser hev, pûanên xwe gihandin (13) pûanan û bi pûanekê ket pêşiya Real Madrid ku dê îro Real Sociedad bibe.

Li hemberê jî xalên Real Betisê li cem (7) de rawestiaya ku di pileya nehemîn a rêzbendiyê de cih girt.