ENKS li dijî biryara zêdekirina nirxê mazotê banga greveke aştiyane dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li welatiyan dike, bi armanca şermezarkirina kiryarên Rêveberiya Xweser û zêdekirina nirxê sotemeniyê, sibe sêşemê dest bi greveke aştiyane bikin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 18ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, “êş û azarên hemû pêkhateyan li herêmên ku rêveberiya PYDê birêve dibe, berdewam in û ji encama siyaseta ku ev rêveberî dimeşîne û ji encama zêdekirina nirxê hemû kelûpelan û kirêya çûnûhatinê, barekî giran li ser milê welatiyan hatiye danîn, ku dibe sedema welatî bi neçarî koçber bibin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS di dema ku hemû binpêkirinên ku welatî rastî wan tên, di nav de berdewamiya girtina çalakvan û endamên ENKSê, armanckirina debara jiyana xelkê û birçîkirina wan bi rê û rêbazên curbicur şemezar dike, di heman demê de jî biryara bilindkirina nirxê mazotê şermezar dike.”

ENKSê dibêje: “Di dema de ku em xwepêşandanên gelêrî yên li dijî vê biryara nedadperwer hatine lidarxistin, bilind dinirxînin, em daxwaza bidawîkirina wan biryaran, rêzgirtina li mafên mirovan û hilweşandina biryara zêdekirina nirxê mazotê dikin.”

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de, ji bo wan daxwazan bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û xelkê kir ku sibe sêşemê 19’ê Îlonê demjimêr 17:00 li ber baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo dest bi greveke aştiyane bikin.

Piştî zêdekirina nirxê mazotê bi rêjeya ji %250 - %425 ji aliyê Rêveberiya Xweser be, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh li piraniya bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, îro jî li Qamişlo, Dêrik, Minbic û Kobanê xwepêşandan û grevên aştiyane hatine kirin û dukan û bazar hatin girtin.