16. Festîvala Tirî û Hinguv li Duhokê dest pê kir; “Hinguv û sêvên Kurdistanê tên hinardekirin”

Navenda Nûçeyan (K24) – 16. Festîvala Tirî û Hinguv li Dihokê bi beşdariya bi dehan cotkaran dest pê kir. Cotkar kêfxweş in daxwaz dikin ku festîvalên wiha berdewam bikin. Parêzgarê Duhokê jî dibêje: “Hinguvê Kurdistanê dê di demek nêzîk de were hinardekirin.”

16. Festîvala Tirî û Hingivun îro danê sibê li Family Mall a Duhokê dest pê kir û heta demjimêr 19:00ê êvarî berdewam dibe; 40 cotkar berhemên xwe tê de nîşan bidin.

Di festîvalê de, çend cureyên hinguvê herêmî û zêdetirî 50 cureyên tirî ji aliyê cotkarên parêzgeha Duhokê ve di festîvalê de tên pêşandan. Di heman demê de berhemên ku wan têne hilberandin, wek mêwij, sîrke, şerbet û duşav jî tên pêşandan.

Husên Elî ku yek ji cotkarên beşdarî festîvalê bûye ji K24ê re got: “Îro min di festîvalê de 10 cureyên tirî pêşan dabe, li gel her cure tirî, min mêwijê, duşav û şerbeta wê jî nîşan daye.”

“Hinardekirina sêvên Kurdistanê di qonaxa dawî de ye”

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Duhokê û Serperiştyarê Festîvalê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragihand, “Armanca festîvalê ew e ku berhemên cotkarên Duhokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê bên pêşandan û bazarkirin. Bi rêya festîvalê cotkarên Duhokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê dê hevdu nas bikin û zanyariyan bidin hev. Em her sal cotkarên parêzgehên din vedixwînin festîvalê.”

Got jî: “Li parêzgeha Duhokê salane zêdetirî 125 cureyên tirî tên berhemanîn, dibe ku hemû berhemên wan pir baş nebin, lê zêdetirî 50 cureyên tirî xwedî bereke gelek baş in û bi dehan ton ji wan bi kalîteya pir baş têne berhemanîn.”

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Duhokê da zanîn jî, wan kargehek bo pîşesazîkirina hemû cureyên tîrî li wê parêzgehê ava kirine û alavên wê jî hatine dabînkirin, tenê maye were vekirin. Herwiha got: Cotkarên me dê sûdeke mezin ji kargehê wergirin û em armanc dikin ku berhemên wan li bazaran bifroşin.”

Da zanîn: “Tiriyê Duhokê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê rojane bo başûr û naverasta Iraqê tê şandin û bihayê wê jî li gorî salên borî baştir e. Niha em kar bo hinardekirina hinguv û sêvên Kurdistanê bo derve dikin û dikarim bêjim hinardekirina sêvên Kurdistanê di qonaxa dawî de ye.”

“Kalîteya hinguvê Kurdistanê ji ya hemû cîhanê bilindtir e”

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar di dema beşdarbûna di festîvalê de ji K24ê re ragihand: “Serok Barzanî di serdana xwe ya vê dawiyê ya bo herêma Badînan de, daxwaz ji me kir ku zêdetir giringiyê bidin berhemên çandiniyê, ji ber ku xwezaya Kurdistanê dihêle ku em di warê çandiniyê de zêdetir pêşde biçin. Di heman demê de li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî me biryar da ku îsal festîvala tirî û hingivun li Dihokê were vekirin.”

Parêzgarê Duhokê got: “Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku her tim bi me re li ser xetê ye, kar ji bo hinardekirina hinguvê Kurdistanê bo derve hatiye kirin. Berî niha hinguvê Kurdistanê li Brîtanya, Amerîka û çend welatên din hatibû dîtin û daxwazek mezin li ser heye û kalîteya wê ji ya hemû welatan çêtir e.”

Elî Teter got: “Me yek ji kargehên herî nû yên çêkirina ava meyweyan û duşava temateyan li herêmê ava kiriye û em ê van rojan vekin. Em dixebitin ku li cihên din kargehên nûjen ava bikin. Her wiha ji bo parastina berhemên cotkaran me gelek embar û sarinc çêkirine.”

Parêzgarê Duhokê di dirêjahiya axaftina xwe de got: “Berî çend hefteyan me li Akrê festîvala berhemên xwemalî vekir, di demek nêzîk de dê li Amediyê û piştre jî li herêma Berwarî Bala festîvalek bi vî rengî vekin. Xwezî, kalîteya hilberên me yên navxweyî pir bilind e û dikare bi hilberên navneteweyî re pêşbaziyê bike; Hinguvê me di cîhanê de bi kalîtetir e, lewma divê zêdetir girîngî bidin sektora çandiniyê.”