Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Parlamentoya Romaniyayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Îlonê pêşwazî li şandeke pilebilind a Parlamentoya Romaniyayê bi serokatiya Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Parlamentoya Romaniyayê Senator Titus Corlatean kir.

Di hevdîtinê de ku birêz Balyozê Romanya yê li Iraqê Radu Octavian Dobre jî tê de amade bû, Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Parlamentoya Romaniyayê pesnê rola Serok Barzanî di têkoşîna tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de kir. Herwiha rol û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand.

Tekez kir jî, welatê wî giringiyê dide pêwendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û daxwaza pêşxistina pêwendiyên di navbera Romanya û Herêma Kurdistanê di warên kulturî, aborî, veberhênan û sektora taybet de kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Romaniyayê de bi dostane binav kir û daxwaz kir ku ev pêwendî berfiretir bibin, bi taybetî di warên aborî, çandinî û veberhênanê de.

Her wiha Serok Barzanî spasiya rola Romaniyayê kir ku di şerê li dijî terorîstan de, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Di derbarê şerê dijî terorîstan de jî, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê ku metirsiya terorîstan metirsiyeke cîhanî ye. Rast e DAIŞ di warê leşkerî de hatiye şikestin, lê hîn jî sedemên derketin û bihêzbûna DAIŞê berdewam in û bi pêwîst jî zanî ku hevpeymanî û hewldanên navdewletî ji bo rûbirûbûn û jinavbirina terorê berdewam bin û di karê pêşîne yê siyaseta cîhanê be.

Herwiha rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û astengî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçe û cîhanê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.