Enqere: Serkirdeyên cîhanê di civînên Komela Giştî de giringî nedan krîza Sûriyê

Sedat Onal
Sedat Onal

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Tirkiyê yê li Netewên Yekgirtî radigihîne, Tirkiye dê li dijî YPGê bi berdewam mafê xwe yê xweparastina rewa bikar bîne.

Li gorî ajansa “Anadolu”, Nûnerê Tirkiyê yê li Netewên Yekgirtî Sedat Onal di dema beşdarbûna xwe di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya derbarê Sûriyê de, diyar kir ku serkirdeyên cîhanê di civînên 78emîn yên Komela Giştî de beşdar bûne, li ser mijarên ku bandorê li aştî û ewlekariya navdewletî dikin axivîn, bêyî ku giringiyê bidin kirîza Sûriyê.

Herwiha got: “Divê hevdem hin gav ji bo gihiştina çareseriyeke berfireh ji kirîza Sûriyê re bên avêtin, wek vejandina biryara navdewletî 2254, têkbirina ajandayên cudaxwaz ên rêxistinên terorîst ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û peydakirina şert û mercên guncaw ji bo vegera ewle, dilxwaz ​​û bi rûmet a penaberên Sûriyê.”

Herwiha behsa helwesta welatê xwe yê li hember YPGê kir û got, YPG li ser ewlekariya niştimanî ya Tirkiyê gef e û mafê Tirkiyê jî heye ku li dijî YPGê rêkaran werbigire.

Amaje bi wê jî kir “Li gorî xala 51emîn a Peymana Netewên Yekgirtî, Tirkiye dê li dijî YPGê, mafê xwe yê xweparastina rewa bi berdewamî bikar bîne.”

Sedat Onal diyar kir, “Gefa PKKê ya li ser yekpareyîya xaka Sûriyê gihiştiye asta herî bilind. Şerê YPGê û eşîrên Ereban û alîkariyên welatên derve ji YPGê re, kaniya nearamiya Sûriyeyê ne.”