Serokomarê Iraqê serdana Hemdaniyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ji bo beşdarî merasima şîna qurbaniyan û serdana birîndarên şewata hola şahiyan, gihîşt qezaya Hemdaniyê ku zêdeyî 100 kesî canê xwe jidest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Letîf Reşîd di merasîma oxirkirina qurbaniyan de got: “Ev karesat ne tenê bi ser herêmeke diyarkirî de hatiye, lê bi ser tevahiya xelkê Iraqê de hatiye.”

Her wiha got: “Tiştê herî girîng ji bo me îro li Iraqê aramî û ewlekarî ye, ewlekariya her kesek, kom û oleke Iraqî ye. Divê em vê trajediyê ji bîr nekin, belkû divê hemû aliyên wê lêkolîn bikin.”

Pêş serdana Serokomarê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî duhî pêncşemê 28ê Îlona 2023an serdana Hemdaniyê kir.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.