Hikûmeta Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqa Federal û şanda pê re, bi mebesta gihandina spasî û destxweşiyê bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustiyê û her du rêveberiyên giştî yên tenduristiyê yên Hewlêr û Duhokê, serdana Hewlêrê kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 29ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî pêşwaziya Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Salih Zemid û Birîkarê Wezîrê Tendirustiya Iraqa Federal Xemîs Husên û şanda pê re kir ku bi armanca gihandina spasî û destxweşiyê bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî, serdana Hewlêrê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Şêwirmendê Serokwezîr û Birîkarê Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê spasiya her du rêveberiyên giştî yên tenduristiyê yên Hewlêr û Duhokê kir ku alîkariya mexdûrên bûyera Hemdaniyê ya parêzgeha Mûsilê kirine, pêşwazî li birîndaran kirine, ew derman kirine û pêdiviyên bijîşkî ji nexweşxaneyên Hemdaniyê re şandine.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.