Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Plasschaert civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Plasschaert tekezî li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de di (25.02.2024) de dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Îlona 2023an pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û giringiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di mijareke din a civînê de, rewşa Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe ya diyarî de di roja 25.02.2024an de bên lidarxistin.