Şirovekarekî siyasî: Êrîşa Enqerê dê zirareke mezin bigihîne doza Kurdî li Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekî siyasî di wê baweriyê de ye ku êrîşa duhî ya li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, “dê ziyaneke mezin bide doza Kurd li Tirkiyê, HDP û PKK bixwe. Herwiha dibêje: “Tirkiye piştî êrîşê dê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî PKKê zêdetir bike.

Şirovekarê siyasî Mihemed Reşîd derbarê encamên êrîşa duhî ya PKKê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de ku di encamê de 2 polîs birîndar bûn û 2 çekdarên PKKê hatin kuştin, ragihand, “Êrîşa xwekujî ya PKKê di demek hestiyar de û berî destpêkirina civîna parlamentoya Tirkiyê hat. PKK’ê xwast ev êrîş li ser asta navdewletî deng vede û ji her kesî re bibêje ku hîn jî ew heye.”

Mihemed Reşîd di wê baweriyê de ye ku êrişa PKKê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, “dê ziyaneke mezin bide doza Kurd li Tirkiyê, HDP û PKKê bixwe. Ji ber ku civaka navdewletî ne bi kiryar û êrîşên bi vî rengî re ye û got: “Me dît ku Yekîtiya Ewropa, Amerîka û welatên Ereb piştî êrîşê piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyê dubare kirin û êrîş şermezar kirin.”

Ew şirovekarê siyasî destnîşan kir, piştî bûyera duhî ya li Enqerê, “Amerîka û Yekîtiya Ewropa dê lampa kesk bidin Tirkiyê ku êrîş bike û operasyonên leşkerî li dijî PKKê bike. Tirkiyê bi vê bihaneyê jî, duhî êrişên asmanî li ser binke û baregehên PKKê yên li Herêma Kurdistanê pêk anîn û bi dehan endamên HDPê girtin.”