Berhemanîna pembû li Cizîra Rojavayê Kurdistanl kêm bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên Amûdê dibêjin ku sal bi sal hilberîna pembû li herêma wan kêm dibe. Şerê li Sûriyeyê û hişkesaliyê bandoreke mezin li hilberîna wan kiriye. Pembû li Sûriyê wek zêrê sipî dihat naskirin, beriya şer salane berhema pembû digihîşt 700 hezar ton, lê piştî şer daket 20 hezar ton.

Cotkarên li gundê Hec Nasra yê ser bi Amûdê ve dibêjin, tevî xerciyên mezin yên ku ew li çandiniya pembû dikin, lê berhemê wan gelek lawaz e.

Cotkar Hisên Mihemed dibêje: “Hilberîna pembû îsal ne tenê ji bo min ji bo hemû cotkarên herêmê gelekî kêm e. Tovên ji Tirkiyê tên, ne pir baş in, ew kevn in an jî tovên Tirkan li gorî hewaya herêma me ne guncaw e. Dermanên ku em direşînin ne wek berê ne. Rêveberiya xweser nirxê tonek pembû 800 dolar diyar kiriye, lê ji me nikare, ji ber wê em neçar in li bazarê bi 400 dolaran bifiroşin.”

Ji bilî rewşa hişkesaliyê, kêmbûna destê kar û bihabûna sotmeneyê jî ji cotkaran pirsgirîk in. Karker jî dibêjin heqdestê wan ya rojê gelek kêm e, lê ji ber rewşa darayî ya xirab ew neçar in bi wî nirxê erzan kar bikin.

Beriya sala 2011ê berhemê salane yê Sûriyê ji pembû carina digiha nêzîkî 700 hezar tonî, wê demê rûberê çandiniyê digihîşt nêzîkî 250 hezar hêktar, ku li parêzgehên Heseke, Reqa, Heleb, Dêrezor û Hemayê dihat çandin û %60 ya berhem jî ji parêzgeha Hesekê û Reqayê bû. Lê piştî şer rûberê çandinyê daket 30 hezar hêktar, berhem jî di salê de daket heta 20 hezar tonî.