2 leşkerên Sûrî li Dêrazorê di êrîşeke Îsraîlê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser hin cihên derdora bajarê Dêrezorê de 2 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn.

Jêderekî leşkerî ji ajana “SANA” re ragihand, şeva borî 10/2/2023 demjimêr 23.50ê, Îsraîlê êrişeke esmanî bir ser çend çeperên hêzên Sûriyê yên çekdar ên li derdora bajarê Dêrezorê.

Wî jêderî aşkere kir, di encama vê êrîşê de, 2 leşker birîndar bûne û ziyanên madî jî hene.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, tabûra radarê ya li serê Çiyayê Hirabiş ê li gundewarê Dêrezorê ji aliyê firokeyan ve hat armanckirin û teqînên bihêz tê de rû dan.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên asmanî yên rejîma Sûriyê û milîsên alîgirên Îranê, di nava tabûrê de bicih dibin.

Piştî krîza Sûriyê di 2011an de, car caran Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl rêjîma Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Îsraîlê şeva 21ê Tebaxa borî jî ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc û di encamê de, 2 çekdarên ku nasnameya wan nediyar e hatine kuştin.