Real Madrîd bi serkeftineke giranbiha ji Yarîgeha Napolî vedigere
Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd şeva borî di gera duyem a Champions League mêvandara xwe Napolî bi (3 – 2) têk bir û (3) xalên dijwar bidest xistin.
Şeva borî di gera duyem a Champions League de, Napolî pêşwazî li Real Madrîd kir û Real Madrîd bi encama (3 - 2) biser ket.
Golê Real di xulekên (27, 34 û 78) bi rêya Vinicius Junior, Jude Bellingham û Alex Merritt (bi şaşî xiste tora xwe) hatin tomarkirin.
Golên Napolî jî di xulekên (19 û 54) de bi rêya Leo Ostegard û Piotr Zielinski hatin tomarkirin.
Bi vê serketinê, Real Madrîd ji du serkeftinan bi (6) xalan ket pêşiya komê, xalên Napolî li cem (3) rawestiya.
Encamên lîstikên wiha bûn:
Lens (2 - 1) Arsenal
Manchester United (2 - 3) Galatasaray
Union Berlîn (2 - 3) Braga
Inter (1 - 0) Benfica
Copenhagen (1 - 2) Bayern Munich
PSV Eindhoven (2 - 2) Sevilla
RB Salzburg (0 – 2) Real Sociedad