Bo cara yekem neştergeriya guhartina movikan li nexweşxaneya Pêşmerge hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekem li Nexweşxaneya Pêşmerge ya Hewlêrê, neştergeriyeke guhartina movikan ji jineke 63 salî re hate kirin.

Rêvebirê Nexweşxaneya Pêşmerge Behêz Ebdullah ji K24ê re got: “Ew jina ku neştergeriya guhartina movikê jê re hatiye kirin, dayika efserekî Pêşmerge ye ku movika çoka wê hatibû girtin.”

Behêz Ebdullah da zanîn jî: “Roja piştî neştergeiyê, ew nexweş dikare bi tena serê xwe biçe malê.”

Jina ku li Nexweşxaneya Pêşmerge neştergerî jê re hatiye kirin Eyşe Ebdullah behsa xizmetên nexweşxaneyê kir û got: “Bijîjk û ​​karmend pir baş in, ew nexweşxaneyeke paqij e û bi rêz pêşwazî li nexweşxaneyan dikin.”

Ev cureyê neştergeriyê, li nexweşxaneyên taybet zêdetirî 5 hezar dolar lê diçe, ku her kes nikare wê bike.

Li Nexweşxaneya Pêşmerge ya Hewlêrê rojane hemû xizmetguzariyên bijîşkî, testên laboratuarî, derman û neştergerî ji bo zêdetirî 60 kesan bê pere tê pêşkêşkirin.

Nexweşxaneya Pêşmerge ya ku ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve hatiye avakirin, roja 24.2.2019 radestî Wezareta Pêşmerge hatiye kirin û demekê bi awayekî ne fermî ji bo dermankirina nexweşên Koronayê dihat bikaranîn, di 1/3/2/2019 de jî bi fermî hat vekirin.