PSG li hember Newcastle têkçûnek dijwar bi skora (1 – 4) xwar
Navenda Nûçeyan (K24) – Parîs Saint-Germain şeva borî di gera duyem a qonaxa koman a Champions League de, li hember mêvandara xwe Newcastle, têkçûnek dijwar bi skora (1 – 4) xwar.
Şeva borî di gera duyem a Champions League de, Newcastle pêşwazî li Parîs Saint-Germain (PSG) kir û bi encama (4 - 1) biser ket.
Golê Newcastle di xulekên(17, 39, 50 û 90+1) de bi rêya Miguel Almiron, Dan Bourne, Sean Longstaff û Fabian Schar hatin tomarkirin.
Li hemberê jî, Lucas Hernandez gola tekane ya Paris Saint-Germain di xuleka (56) de tomar kir.
Bi vê encamê, Newcastle bi (4) puanan ket rêza yekem Koma (F), Paris Saint-Germain bi (3) puanan di rêza duyemîn de, Milan bi (2) puanan di rêza sêyem de û Borussia Dortmund jî bi yek puanê di rêza dawîyê de cih girtin.
Encamên lîstikên din jî wiha bûn:
Atletico Madrid (3 – 2) Feyenoord Rotterdam
Celtic (1 – 2) Lazio
Borussia Dortmund (0 – 0) Milan
Cervena Zvidia (2 – 2) Young Boys
Leipzig (1 – 3) Manchester City
Porto (0 – 1) Barcelona
Royal Antwerp (2 - 3) Shakhtar Donetsk