Pisporên Tirk: Êrîşa Enqereyê bingehek ji bo operasyonên dersînorî daniye

Mîthat Işik
Mîthat Işik

Enqere (K24) – Parlementoya Tirkiyê di bin siya êrîşa li Enqereyê hatiye kirin, dest bi heyama nû kir û di roja destpêkê ya parlementoyê de serokkomarê vî welatî gefa operasyonên bo ser Rojavayê Kurdistanê xwar. Pisporên Rewşê dişopînin dibêjin bi çend sedeman operasyonek ne pêkane. Lê pisporên ewlehiyê jî di vê baweriyê de ne ku ev êrîşa Enqereyê bo Tirkiyê fersend û bingehek ava kiriye bo operasyonên dersînorî.

Li Tirkiyê hikûmeta vî welatî careke din gefa perasyoneke bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe. Piştî ku di 1ê Cotmehê roja destpêka werzê nû ya parlementoya Tirkiyê ji aliye PKKê ve êrîş ji wezareta karên navxweyî hate kirin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî di parlementoyê de ragihand ku ewê ji şevekê nişka ve berê xwe bidin Rojavayê Kurdstanê. Piştî ev axaftina Erdogan artêşa Tirkiyê ev çend roj in operasyonên esmanî li ser binkeyên Pkk daye destpêkirin û egera operasyoneke bejahî ya dersînor li ser rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye.

Bi boçûna şarezayên rewşê dişopînin ji ber çend sedemên sereke, Tirkiye ji derveyî rewşa heyî operasyonên bejahî yên dersînorî pêk nayîne.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Her çiqas ev êrîşeke terorî be û berpirsiyariya xwe ragihandibe jî  gellek mijar hene ku derberê vê êrîşê de nehatine zelalkirin. Li ser êrîşê spekûleasyonên mezin hene. Ev êrîşkar çawa heta Enqerê bêyî pirsgirêk hatin û ev bombe û çek ji ku vergirtin ne diyar e. Li van bajaran kî alikariya wan kiriye ev jî zelal nîne. Ber vê çendê heta ev mijar zelal nebin Tirkiye ne li Iraqê ne jî li Suriyê operasyoneke bejahî nake.”

Li hember vê yekê pisporên ewlehiyê jî diyar dikin ku ev êrîşa li Enqerê bo Tirkiyê bûye fersendek ku operasyonên dersînorî pêk bîne û di qada navdewletî de jî destê Tirkiyê bihêz dike.

Pipsorê Ewlehiyê Mîthat Işik dibêje: “Ewlehiya Tirkiyê piştî sînoran dest pê dike Li Iraqê û Suriyê jî hebûna me li ser vê esasê ye. Tirkiye ji bo ewlehiya xwe dê operasyonên xwe her berdewam bike. Helbet ev êrîşa Enqerê jî ji bo Tirkiyê fersendek çêkiriye ku berê xwe bide Bakurê Suriyê jî. Operasyonên bejahî dibe ku dest pê bikin û ewropa jî piştî êrîşa Enqerê dê zêde asteniyan bo Tirkiyê dernexe.”

Li Tirkiyê herî dawî di salên 2015 û 2016an de di nava 5 mehan de 3ê êrîşên bombeyî li deverên cuda yên Enqera payetxta Tirkiyê ji aliyê PKKê û DAIŞê ve hatibûn kirin. Piştî van êrîşan jî Tirkiyê li Iraq, Surıye û Rojavayê Kuridatnê operasyonên berfireh pêk anîbûn.