Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan
Bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan, Serok Barzanî peyameka pîrozkirinê parve kiriye, têde hatiye: Ez tekezê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana navbera tevaya pêkhatên gelê Kurdistanê dikim.
Deqê peyama Serok Barzanî bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan
Bi navê Xudê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya xûşk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyên gerim li Mîrê Êzidiyan û Baba Şêxî û civata rohanî ya olê Êzidiyan û hemî xûşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Li vê derê em tekezê li ser hindê dikin ku divêt xûşk û birayên Êzidî bi taybet li devera Şingalê bişên birînên xwe sarêj bikin û bi azadî û dûr ji hemî givaştin û astengan biryarê li ser çarenivîsê xwe bidin.
Her bi vê helkeftê, ez tekezê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyanê di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikim û hîvîdar im xûşk û birayên me yên Êzidî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşî bikin.
Cejna we pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin
Mesûd Barzanî
6ê Cotmeha 2023ê