Piştî kuştina du welatiyên Ukraynî li Israîlê Zelenskyy piştevaniya xwe ji bo Netanyahuyî ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa Bizava Hemasê ya Filistînê bo ser Israîlê, di peywendiyeke tilefonî de Serokê Ukraynayê piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê Israîlê tekez kir.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li tora civakî ya “X”ê nivîsiye: “Ez bi tilefonê bi Benjamin Netanyahuyî re li ser êrîşên berfireh ên şeva borî axiftim û min piştevaniya xwe ji bo wî tekez kir, zêdebarî wê yekê ku min serexweşî li kesûkarên qurbaniyên wê êrîşê jî ragehand”.

Zelenskyy herwesa ragehand, zêdebarî danûstandina li ser rewşa deverê, Netanyahuyî ji bo min behsa rûdanên şeva borî kir, bi taybet pêngavên supayê Israîlê û sîstema bergiriyê ya welatê wî ji bo berhingariya Bizava Hemasê.

Zelenskyy herwesa ragehand, diplomatkarên Ukraynî ji bo rizgarbûna xwe ji Israîlê arîkariya polîsên wî welatî dikin, ji bo ku bi silametî derbikevin.

Wezareta Derve ya Ukraynayê di ragehandinekê de amaje bi wê yekê da, şeva borî du welatiyên Ukraynî li Israîlê hatin kuştin.

Berdevkê wezareta Derve ya Ukraynayê Oleg Nikolenko di vî warî de ragehand, ev heyameke dûr û dirêj bû ew herdu welatiyên Ukraynî li Israîlê dijiyan.

Seet 6:00ê sibeha doh (Şemî, 7ê Cotmeha 2023ê), balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re, operasiyona “Tofana Eqsayê” bo ser Israîlê dest pê kir. Televîvê jî soz da ku bi hêz bersivê bide.

Li gor zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, heta seet 5:45 ê vê êvarê, hijmara kuştiyên êrîşa balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser çend deverekên cuda cuda yên Israîlê ji bo 700 kesan bilind bûye.

Wezareta Saxlemiyê ya Israîlê li ser hijmara birîndaran dibêje, heta niha 2048 birîndar hatine tomarkirin û rewşa 20 ji wan xirab e.

Supayê Israîlê jî li ser hijmara kuştiyên serbazên xwe amaje bi wê yekê da, heta niha 44 serbaz hatine kuştin.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê jî îro roja Yekşemê belav kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 370 kesan.