Serokwezîrê Skotlandayê: Xesû û xezûrên min li Xezzeyê asê bûne

Serokwezîrê Skotlandayê Hemze Yûsif
Serokwezîrê Skotlandayê Hemze Yûsif

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Skotlandayê Hemze Yûsif ku bi eslê xwe Pakistanî ye ragehand, ji ber girjiyên vê dawiyê yên navbera Hemasê û supayê Israîlê, daybabên hevjîna wî li Xezzeyê asê bûne.

Hevjîna Serokwezîrê Skotlandayê Nadya Elnekla bi eslê xwe Filistînî ye û daybabên wê jî ku li bakurê rojhelata Skotlandayê dimînin ji bo dîtina kesûkarên xwe serdana Xezzeyê kiriye û bi gotina Serokwezîrê Skotlandayê niha li wê derê asê bûne.

Hemze Yûsif ku li Adara 2023ê bûye yekem Serokwezîrê Misilman li Rojavayê Ewropayê li ser mijara xesû û xezûrên xwe got: Berpirsên Israîlê ji daybabên hevjîna min re ragehandiye ku ji Xezzeyê derbikevin lê gerentiya rêyeke bisilamet nedaye wan.

Serokwezîrê Skotlandayê li ser rewşa niha ya malbata xwe dibêje: Em nikarin binivin û em berdewam çavdrêiya mobîlên xwe dikin. Em nizanin ka ew dikarin ji wê derê derbikevin an ne.

Hemze Yûsif êrîşa Hemasê bo ser Israîlê şermezar kir û ragehand, kesên sivîl ên bêtawan li herdu aliyan dê xûka wî şerî bidin.

Seet şeşê serê sibeha roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, ketîbeyên Qesamê yên balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa”yê bo ser Israîlê dest pê kir. Di ragehandinekê de hatiye parvekirin ku zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê hatine kirin. Di encamê de jî zirareke zêde gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê. Paştir Israîlê jî dest bi êrîşên giran bo ser Kertê Xezzeyê kir.

Ji ber êrîşên çekdarên Hemasê û supayê Israîlê bo ser deverên hev, heta niha nêzî du hezar kesan hatine kuştin û zêdetirî pênc hezar kesan jî birîndar bûne.