Penaberekî Sûrî li Dîlokê bi guleyê hat kuştin

Ehmed Mehmûd El-Sexîr
Ehmed Mehmûd El-Sexîr

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanekî Sûrî li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê bi guleya nijadperestekî Tirk de hat kuştin.

Mediyaya xwcehî ya Sûriyê belav kir, penaberekî Sûrî yê bi navê Ehmed Mehmûd El-Sexîr dema ku ji karê xwe vedigeriya malê, bi guleya nejadperestekî li Dîlokê hat kuştin.

Li gor hatiye belav kirin, penaberê kuştî 27 salî ye, xelkê parêzgeha Helebê ye û beriya 3 salan ligel hevjîn û keça xwe koçberî Tirkiyeyê bûye.

Heta niha sedema kuştinê ne hatiye zanîn û ti daxuyaniyeke fermî derbarê vê bûyerê de nehatiye belav kirin.

Pêştir li Tirkiyeyê gelek bûyerên nijadperestiyê li hember penaberên Sûriyeyê rû dane û hejmarek kes hatine kuştin, bêyî ku desthilatdarên Tirkiyeyê sînorekê ji van kiryaran re deyne.