Rûsya: Divê Israîl biselimîne ku dest di êrîşa nexweşxaneya Memedaniyê de nebûye

Birîndarên êrîşa nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê
Birîndarên êrîşa nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand, êrîşa li ser nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê ku bûye sedema kuştina bi sedan Filistîniyan tawaneke bitirs e. Amaje da wê yekê jî ku divê Israîl wêneyên heyvên destçêkirî pêşkêş bike ji bo ku biselimîne dest di wê êrîşê de nebûye.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ji radyoya Spotnîkê re ragehand, ew êrîş tawaneke bitirs û nemirovane ye.

Li gor Ajansa Tassê ya Rûsî, Cîgirê Serokê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê Dmitry Mededev êrîşa şeva borî li ser nexweşxaneya Memedaniyê li Kertê Xezzeyê bi “Tawana şerî” binav kir. Wî amaje da wê yekê jî, berpirsyarîtiya temam a vê karesatê li ser milên Amerîkayê ye.

Herwesa Mededev got: Lêdana hovane ya nexweşxaneya Kertê Xezzeyê bê goman Tawana şerî ye. Berpirsyarîtiya temam li ser milên wan kesan e yên ku qazancê ji şerên welatên cuda cuda û li kêşwerên cuda cuda dikin, ên ku li Amerîkayê ne”.

Herwesa wî got, Waşinton pereyekê zêde ji bo girêbestên çekî terxan dike, berhemanîna van çekan di kertê bergiriyê de zêde dike û daxuyaniyên vala li ser bizavên xwe yên cîhanî ji bo bergirîkirina behayên demokrasî dide.

Serê sibeha îro roja Çarşemê, 18ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Supayê Israîlê Daniel Hagari di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “niha zanyarên giring li ber destê me hene. Divê em rastiyê bibêjin, ew jî ew e ku êrîşa li ser nexweşxaneya Memedaniyê ji aliyê Israîlê ve nebû, ji ber ku di wê demê de me çi operasiyon li derdora wê nexweşxaneyê nebûn.

Bizava Hemasê ji aliyê xwe ve ew tomet red kirin û tekez li ser wê yekê kir ku ew komkujî ji encamê êrîşa asmanî ya Israîlê çê bûye.