Koçka Serokatiya Rûsyayê bersiva Serokê Amerîkayê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Koçka Serokatiya Rûsyayê - Kirimlînê gotara Serokê Amerîkayê Joe Biden şermezar kir ku tê de Vladimir Putin wekî stemkar bi nav kiriye.

Berdevkê Koçka Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re ragehand, ya ku Biden li ser Putin gotiye nayê qebûlkirin.

Herwesa got: Em vî zimanî di derheqa federasiyona Rûsyayê û Serokê xwe de qebûl nakin.

Joe Biden doh êvarê di pêşkêşkirina gotarekê de haydarî da ku Bizava Hemasê û Rûsya bizavê ji bo nehêlana demokrasiyê li Ukraynayê û Israîlê dikin.

Serokê Amerîkayê di gotara xwe de Bizava Hemasê û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wekî dijminên demokrasiyê nîşan dan.

Herwesa wî got: Em rêyê nadin teroristên wekî Hemasê û stemkarên wekî Putin bi ser bikevin.