Ji ber êrîşê Îsraîlê firokxaneyên Şam û Helebê ji kar derketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê careke din firokxaneyên navdewletî yên Şam û Helebê mûşekbaran kirin û geştên asmanî li herdu firokxaneyan hatin rawestandin.

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” a hikûmeta Sûriyeyê re ragihand, artêşa Îsraîlê îro danê sibê demjimêr 05:25 ji deryaya Naverast ve bi mûşekan êrîşî firokxaneyên navdewletî yên Şam û Helebê kir.

Wî jêderî diyar kir di encama êrîşan de, kesek hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû. Herwiha herdu firokxane ji kar derketin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber êrîşa Îsraîlê geştên asmanî li firokxaneyên Şam û Helebê hatin rawestandin û ji bo firokxaneya Laziqiyê hatin veguhastin.

Hefteya borî, Israîlê firokexaneyên navdewletî yên Şam û Helebê kiribûn armanc û bû sedem ku ew ji xizmetê derkevin.

Ji destpêka şerê li Sûriyeyê di 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li wî welatî pêk anîne, di serî de hêzên ku Îran piştgiriya wan dike, Hizbullaha Libnanî û herwiha xalên artêşê dike armanc.

Îsraîl jî kêm caran êrîşên ku li ser Sûriyê pêk tîne, radigihîne, lê çendîn caran gotiye ku ew rê nade Îran hebûna xwe li wî welatî xurt bike.