Otomobîlek li nava bajarê Qamişlo hat teqandin: Kuştî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo li nêzî dorhêla El-Quwetlî otomobîlek hat armanckirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin. 

Jêderekî xwecihî ji bajarê Qamişlo ji K24 re ragihand, droneke Tirkiyeyê otomobîlek li nava bajarê li ser rêya Kornîş li nêzî dorhêla El-Quwetlî bombebaran kir.

Li gorî heman jêderî, otomobîla hatiye armanckirin serbazî ye û di encamê 2 kesên di nava wê de bûn, canê xwe jidest dane.

Heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Rêveberiya Xweser û asayişê de derbarê vê êrîşê de nehatiye dayîn.

Ev êrîş di demekê de ye, Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, saziyên xizmetkariyê, westgehên elektirîk û enerjiyê, navendên HSD û asayişê bombebaran kirin.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser jî, di encama êrîşê di navbera 5 -9ê Cotmehê de, 44 kes hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn, di nava wan de, zarok, endamên asayişê û şervanên HSD′ê hebûn.