Wezareta Derve ya Amerîkayê: Konsulxaneya me li Hewlêrê vekirî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku hemî rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe li Îraqê û Herêma Kurdistanê bi cî tînin. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Matthew Miller, li ser êrîşên milişiyatan bo ser hêzên wan li Îraqê û Herêma Kurdistanê dibêje: Bê ku ez hûrkariyan eşkere bikim, me hemî amadekarî kirine ji bo ku em di dema pêdivî de bersiva pêdivî bidin.

Doh roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Matthew Miller, amaje da ragehandina Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya li ser wan êrîşên li ser hêz û berjewendên Amerîkayê li deverê tên kirin.

Wî jî tekez kir ku ew ji ber wan êrîşan gelek nîgeran in û got: Bê diyarkirina hûrkariyan, me xwe ragirtiye heta em piştrast bibin ku em ji bo wan êrîşan û bersivdanên guncayî amade ne.

Herwesa Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku balyozxaneya wan li Bexdayê û konsulxaneya wan li Hewlêrê vekirî ne, li ser lihevkirina stratejî ya navbera xwe û Îraqê pabend in û bi rêya balyozxane û konsulxaneyên xwe ji bo bihêztirkirina hevpariyên stratejî kar dikin.

Matthew Miller dibêje: Em li ser silametiya welatî û staf û berjewendên Amerîkayê li deverê bi giştî nîgeran in, lewma jî me ew haydariya geştkirinê belav kir û me biryar da ew staf û tîmên gelek pêdivî nebin ji Îraqê derbikevin. Ev tiştek e ku em berdewam çavdêriyê dikin, ne tenê li Îraqê belkî li deverê bi giştî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa wê yekê jî kir ku ew hemî rêkarên pêdivî ji bo parastina hêzên xwe li Îraqê û Herêma Kurdistanê bi cî tînin. Herwesa wî got: Em berdewam çavdêriya rewşa Îraqê dikin.

Roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Derve ya Amerîkayê haydarî da diplomatkar û welatiyên xwe ku bi rêya balafirxaneya Bexdayê ya navdewletî geştan nekin.

Herwesa behsa wê yekê jî kir ku divê karmendên nepêdivî yên balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji Îraqê derbikevin.

Ev biryara Waşintonê piştî wê yekê hat ku her wê rojê bingeha serbazî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê bi sê moşekên Katyusha hat moşekbarankirin.

Ev cara çarê ye di dema du heftiyan de bingeha Eyn Esedê ya hêzên Amerîkayê li parêzgeha Enbarê dikeve ber êrîşan. Êrîşa dawiyê jî bi rêya du dronan hatibû kirin.

Bingeha serbazî ya Eyn Esedê mezintirîn bingeha serbazî ya Îraqê ye, 64 kîlometran ji bakurê Bexdayê dûr e. Di salên 1980an de, kompaniyeke Yogoslavyayê ew çê kiriye. 39 serdav û penagehên mukom ji bo parastina balafiran tê de hene. Di dema şerê heştsalî yê navbera Îraq û Îranê de çalaktirîn bingeha asmanî ya Îraqê bû.