Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê di Berfanbarê de tê vekirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di navbera 16-24ê Berfanbarê de dê Pêşangeha Pirtûkan were vekirin. Di pêşangehê de nivîskarên Kurd û weşanxaneyên Kurdî dê bi berhemên xwe beşdariyê bikin.

Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê ragihand, Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekir îsal dê di navbera 16-24ê Berfanbarê de li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Mezopotamyayê bi organîzetoriya Pêşangehvaniya Îlonê û Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir were vekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, tê pêşbînîkirin îsal pêşangeh bi beşdariya derdora 200 weşanxane û 350-400 nivîskaran were vekirin.

Hat amajekirin ku ji bo rêvebirina pêşangehê, lijneyek rêvebirina pêşangehê ya ji 10 kesan pêk tê jî hatiye amadekirin, di lijneyê de Berdevkê Însiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal û ji Pirtûka Kurdî Bawer Berşew jî cih digirin.