Kurdên di nava AK Partiyê de: Danîna qeyûman dengên AK Partiyê kêm dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li aliyekî partîyên siyasî xwe hilbijartinên şaredariyan amade dikin û li aliyekî jî tê mereqkirin ku gelo dê bo hilbijartinên şaredariyan tifaqên nû derbikevin holê yan ne. Derbarê mijarê de Kurdên di nava AK Partiyê de amaje dikin ku qeyuman zirar daye AK Partiyê û dengên AK Partiyê kêm kirine, HEDEP jî dibêje wan li gel ti aliyekî hevdîtin nekiriye. lê deriyê wan vekiriye.

Partiyên siyasî kongreyên xwe lidar dixin, rêveberiyên xwe yên nû diyar dikin û ber bi hibijartinên şaredariyan ve diçin. Di vê pêvajoyê de jî li Bakurê Kurdistanê helwest û daxuyaniyên AK Partî û HEDEPê tên mereqkirin. Her çiqas tê îdakirin ku AK Partiyê û HEDEPê li hev kiriye, HEDEP li Stenbolê namzet nîşan bide û AK Partî jî desthilatdariya xwe de êdî qeyuman nedane ser şaredariyan, HEDEP dibêje tiştek wisa nîne û wan li gel ti aliyekî li ser vê mijarê hevdîtin pêk neaniye; lê deriyê wan bo hemû aliyan vekirî ye.

Şaredarê Erxenî yê berê ku şûna wî Qeyum hatibû danîn Ahmet Kaya ji K24ê re got:

“HEDEP dê li Stanbolê namzet nîşan bide û dibe ev yek tansiyona AK Partiyê kêm bike, lê tayînkirina qeyûman li gorî nîşandana namzetan diyar nabe, tayînkirina qeyûman polîtîkayek e.”

Kurdên ku di nava AK Partiyê de cih digirin jî dibêjin, heta niha wan nebihistiye ku navbera AK Partî û HEDEP de bo hilbijartinên şaredariyan hevdîtinek hatibe kirin, lê balê dikêşin ku divê êdî AK Partî dest ji danîna qeyûman berde ji ber ku ev yek dengên AK Partiyê kêm dike û divê pêvajoya bangeşiyê de AK Partî bi awayekî zelal bêje ewê êdî qeyûman tayin nekin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê AK Partiyê Adil Aydin dibêje: “Kurd pevçûn, mirin û şer naxwazin. Di salên borî de jî pêvajoyên wek çareseriyê hatibûn dîtin. Bi nêrîna min tayînkrina qeyûman zirarê dide AK Partîyê, tayînkirina qeyûman dengên AK Partiyê kêm dike. Tayînkirina qeyûman polîtîkateyeke şaş e.”