Gera dehê ya Maratona Navdewletî ya Hewlêrê hat destpêkirin

Maratona Navdewletî ya Hewlêrê
Maratona Navdewletî ya Hewlêrê

Îro roja înê, 27ê Cotmeha 2023ê, bi amadebûna çar hezar welatî û werzişvanên Herêma Kurdistanê û derve ji jin û mêran, gera dehê ya Maratona Navdewletî ya Hewlêrê, li jêr navnîşanê “Werziş Me Kom dike”, li bernaberî Parka Samî Ebdulrehman hat destpêkirin.

Li gor zanyarên Kurdistan24ê, hejmareke yarîzanên profesyonal ên maratonê tevlî Maratona Navdewletî ya Hewlêrê bûne.

Ev maraton seet 9:00 ê vê sibehê hatiye destpêkirin û ji du paran pêk tê, yek ji wan para 42 kîlometrî ye û ya din maratona demkurt e ku tenê 2 kîlometrî ye.

Tenê 118 kes tevlî maratona 42 kîlometrî bûne ku piraniya wan ew kes in ên ku ezmûneke mezin li navxwe û derve heye. Zêdetirî 3 hezar kesan jî tevlî maratona 2 kîlometrî bûne.

Serokê Rêkxistina Erbîl Maratonê Ebdulsitar Ismet di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re got, li Îraqê tenê li Hewlêrê maratona 42 kîlometrî tê kirin. Herwesa wî got: Maratona Hewlêrê navdewletî ye û navên serkeftiyên wê jî li pêgeha maratona cîhanî tên tomarkirin.