Li Diyarbekirê 6 ton madeyên hişbirê hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, li 12 bajaran operasyona li dijî madeyên hişbirê hatiye kirin û li Diyarbekirê jî 6 ton esrar hatiye girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji hesabê xwe yê medyaya  civakî ragihand, li 12 bajaran operasyona li dijî madeyên hişberê hatiye kirin.

Li bajarên wek Diyarbekir, Aydin, Antalya, Bedlîs, Mêrsîn, Stenbol, Elezîz, Nevşehîr, Kutahya, Erzirom û Dîlokê operasyon hatiye kirin, hem hejmarek kes hatine binçavkirin û hem jî gelek cureyên madeyên hişbirê hatine bidestxistin.

Hat zanîn ku di operasyonan de, 158 kes hatine binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin, 55 kes hatine girtin û 3 kes bi merc hatine berdan.

Di operasyona li Diyarbekirê, de 6 ton esrar, 523 hezar kok kenewîr hatiye bidestxistin û 16 kesên bazirganiya madeyên hişbirê dikirin jî hatine girtin.