Helbestvan Nehrî Goranî berhemeke nû bi navê “Vedenga Hewarê” çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê Kurd ê Efrînî, Nehrî Goranî pirtûkeke helbestên Hayku bi navê “Vedenga Hewarê” diweşîne.

Pirtûka Vedenga Hewarê, berhema duyem a nivîskar Nehrî Goranî ye. Humermend Şêrzad Efrînî bergê wê dîzayn kiriye û ji aliyê Weşanxaneya Eyqone ve hatiye çapkirin.

Nehrî Goranî derbarê vê berhema xwe de ji K24ê re got: “Vedenga Hewarê, Berhemeke deqên Hayku ne, tê de nêzîkî 365 deqê helbestên Hayku hene. Min pêştir bi Erebî gelek helbest nivisandine, lê min xwast ez berhema xwe ya yekem bi zimanê Kurdî çap bikim.”

Herwiha Nehrî Goranî got: “Haykuya Kurdî, ji sê xêzan pêk tê. Ya yekem bi siruştê ve girêdayî ye. Xêza duyem, divê di dema niha ve be. Ya sêyem jî, bersiv e û divê nişkavayî be.”

Helbestvan Nehrî Goranî ji Gundê Gorda yê ser bi navçeya Cindirêsê ya Efrînê ve ye, sala 1965an jidayîk bûye û ji zû ve helbestan bi Kurdî û Erebî dinivîsîne. Pêştir jî dîwana helbestan a bi navê “Newaya Duderiyê” derxistibû.