HEDEP: Binçavkirina Huda Kaya encama siyaseta tolhildanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – HEDEP radigihîne, binçavkirina Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya, encama siyaseta tolhildanê ye.

Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP), bi daxuyaniyekê nerazîbûn li dijî binçavkirin Huda Kaya nîşan da û ragihand, binçavkirina hevrêya wan, encama siyaseta tolhildanê ye.

HEDEP dibêje jî, ew beramber hemû fişar û êrîşan dest ji riya xwe bernadin û li ser riya xwe rijd û bihêztir dibin.

HEDEPê herwiha beramber zordestiya deshilatê banga hestiyariyê û hevxemiyê kir û xwest bila herkes li dijî bêqanûniyê derkevin.

Huda Kaya duhî 1ê Mijdarê li Firokxaneya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin.

Hat ragihandin, Kaya ji ber lêpîrsina Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê doza Kobanê de hatiye binçavkirin û piştî lêpirsînê bi daxwaza zîndanîkirinê bo dadgeha Nobedar ya Sulhê hatiye şandin.