Kiliçdaroglu: Di hilbijartinan de me agir û xiyanet dît

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di kongreya partiya xwe de, Seroka Iyî-Partiyê Meral Akşenerê bi xiyanetê tohmetbar kir.

38'emîn Kongreya Asayî ya CHP'ê îro li Enqereyê bi dirûşma “Di Sedsala Duyem de, Kongreya Demokrasî û Yekîtiyê” dest pê kir. Kemal Kiliçdarogluyê ku dîsa namzedê serokatiya CHPê ye, daxuyanî da.

Kiliçdaroglu ji ber zindanîkirina siyasetmedar û rojnamegeran, rexne li hikûmeta Tirkiyeyê girt û silav li zindaniyan yek bi yek kir û ew wekî qehremanên demokrasiyê bi nav kir.

Kiliçdaroglu herwiha behsa pêvajoya hilbijartinê jî kir û bêyî ku navê wê bide, rexneyên giran Seroka Îyî-Partiyê Meral Akşenerê girt û got, di pêvajoya hilbijartinê de, xencer li pişta wî ketiye.

Kiliçdaroglu got: “Di pêvajoya hilbijartinê de, me wekî maseya şeşalî gotûbêj û xebatên berfireh li ser çawaniya birêvabirina Tirkiyeyê kir û dema mijar hate li ser namzediya Serokomariyê, pirsa bicihhiştina masê û vegera ser masê peyda bû. Naxwazin bikevim nav hûrgiliyên pirsê, lê ez vê dibêjim, ez neçar mam ku bi xenxcerê li pişta min ketiye, beşdarî hilbijartinê bibim. Me agir û xiyanetê dît.”

Iyî-Partî ku di nava maseya şaşalî de bû, Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener berî hilbijartinên 14ê Gulanê de ragihandibû, ji bo namzetê serokomariyê, wê ligel 5 partiyên Hevpeymaniya Millet li hev nekirine û vekişiyabû.

Herwiha Kiliçdaroglu diyar kir ku ew cara dawî ye dê bibe namzedê serokatiya CHPê û ew ê di kongreya bê ya partiyê de, xwe neke namzed.