OCHA: Milyonek zarok li bakurê rojavayê Sûriyeyê ji xwendinê bêpar in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê de ye, yek milyon zarok ji xwendinê bêpar mane. Li gorî saziyeke Netewên Yekgirtî jî, şer û aloziya li wê navçeyê bandoreke xirab li xwendina zarokan kiriye.

Ji ber salên dirêj ên şer û pevçûnan, gelek ziyan gihiştiye kerta perwerdehiyê li Sûriyê, bandor li gihîştina xizmetên perwerdehiyê bo 2.2 milyon zarok kiriye û bûye sedem ku yek milyon zarok jî ji xwendinê bêpar bimînin.

Li bakurê rojavayê Sûriyê ku hîn jî şer û alozî berdewam e, yek milyon zarok bê xwendin mane û li gorî dawî raporta Li gorî Ofîsa Hevahengiyê ya Karûbarê Mirovî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve (OCHA), ji 2.2 milyon zarokên ku li wê navçeyê dijîn, yek milyon bê xwendin in.

Herwiha ji ber rewşa ewlehiya wê navçeyê, %57 ji xwendekarên qonaxa seretayî bê dibistan in û %80 xwendekarên qonaxa amadeyî nikarin bigihin dibistanên xwe.

Rêxistina navbûrî di raporta xwe dibêje, ji destpêka meha Cotmeha 2023an û di encama aloziya ku li navçeya bakurê rojavayê Sûriyê heye, ziyan gihiştiye 24 navendên perwerdehiyê, herwiha 120 hezar kes jî derbider bûne ku 40 hezar ji wan zarok in.

Li gorî raportên navdewletî, %50 ji navendên perwerdehiyê li seranserî xaka Sûriyê, ziyan gihiştiye wan. Herwiha %50 ji zarokan qonaxa xwendina asta seretayî bidawî nekirine.

Ji bilî şer û aloziyê, rewşa aborî ya wî welatî di çenda salên dawiyê de bandora xwe li xwendinê kiriye û bûye sedem ku hejmarek mezin ji zarok bê xwendin bimînin.