Êrîşeke mûşekî li ser hêzên Amerîkî li baregeha Eyn Esed hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî çend demjimêran ji serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Bexdayê, êrîşeke mûşekî li ser hêzên Amerîkî li baregeha Eyn Esed hat kirin.

Grûpa Berxwedana Îslamî li Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, wan îro danê sibê 4 mûşek avêtine binkeya leşkerî ya Amerîkayê li Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê.

Li gorî daxuyaniyê, her 4 mûşek li armancên xwe ketine û “Êrîşkar bi silametî vegeriyane cihên xwe.”

Heta niha ziyanên vê êrîşên nehatine ragihandin, Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) û rayedarên din ên Amerîkî bi fermî ev êriş piştrast nekirine.

Baregeha Eyn El-Esed mezintirîn baregeha leşkerî li Iraqê ye. Ji dawiya sala 2014an ve, hêzên Amerîkî lê ne û rola wan a sereke perwerdekirina hêzên Iraqî ye.

Ev êrîş piştî çend demjimêran ji serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken bo Bexdayê tê. Pêştir jî wê grûpê gotibû, eger Blinken serdana Iraqê bike, dê rewşê aloztir bike û balyozxaneya Amerîka li Bexdayê bigire.

Li Iraq û Sûriyeyê zêdetirî 3 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene. Ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê di 07-10-2023 de, zêdetirî 30 êrîş li ser baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin.

Serok û berpirsên payebilind ên Amerîkayê jî çendîn caran komên çekdar ên ser bi Îranê ve, bi wan êrîşan tometbar kirine.