Netanyahu agirbestê red dike

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Israîlê ragehand ku Israîl berpirsîtiya ewlehî û giştî ya Kertê Xezzeyê heta demeke nediyar radike. Herwesa dibêje: Em hemî agirbestên pêşwext red dikin, heta revandî ji aliyê Hemasê ve neyên azadkirin.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di bernameyeke tilevizyonê de ragehand ku Israîl berpirsîtiya ewlehî û giştî ya Kertê Xezzeyê heta demeke nediyar radike.

Di bersiva pirsyarekê de ka gelo ew dixwazin piştî şerî kî Xezzeyê bi rê ve bibe, Netanyahu got: Yên ku naxwazin wekî Hemasê bin.

Netanyahu tekez li ser wê yekê jî kir ku çi agirbest li Xezzeyê nayên kirin, heta Hemas revandiyan azad neke.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.