Li Diyarbekirê zêdetir ji 1 ton madeyên hişbirê hat girtin

Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li dijî hilberîna madeyên hişbir operasyonek hate lidarxistin û hat ragihandin ku di operasyonê de 1 ton û 168 kîlo esrar hatiye girtin û her wiha çekên bê mohlet jî hatine girtin.

Hat ragihandin, li navçeya Licê ya Diyarbekirê li 25 xalên cuda operasyonek ji aliyê cendirmeyan ve hatiye li darxistin û di encamê de, li gundewarê Licê 1 ton û 168 kîlo esrar, 243 hezar koka kenevîrê, 1 keleşnîkov û 1 dermance ku bêmohlet in hatine girtin.

Hat ragihandin ji her cureyeke madeyên hişbirê, nimûneyek hatiye rakirin û madeyên hişbir ên hatine girtin jî li cihê ku hatine dîtin hatine şewitandin.