Çavdêr: Di nava CHPê zêde tişt neyin guhartin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tikiyê piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê aloziyên di nava opozîsyonê de bû sedem ku serok û rêveberiyên partiyan biguherin. Piştî ku HDPê nav, hevserok û rêvebriya Xwe guhert partiya opozîsyona sereke CHPê jî serok û rêveberiya xwe bi kongreye guhert. Şarezayên babetê amaje dikin ku bi vê guherînê zêde tişt din ava CHPê de naguhere. Siyasetmedar jî balê dikşînin ser nexşerêya serokê nû yê CHPê.

Li Tirkiyê partiya opozîsyona sereke Partiya Komarî ya Gel (CHP) 38emîn kongreya xwe ya asayî lidarxist. Di kongreya ku sêrojan berdewam kir de piştî 13 salan serok û rêveberiya CHPê guherî. Di 38emîn kongreya asayî de Ozgur Ozel bi piraniya dengên delegeyan hemberî Kemal Kilicdaroglu serkeftin bi dest xist û bû 8emîn serokê giştî yê CHPê. Bi serokatiya Ozgur Ozel dê rêveberiyeke nû ya CHPê bê diyarkirin û nexşerêyeke berfireh ji bo çareserkirina kêşeyên Tirkiyê bê eşkerekirin. Derbarê ev guherîna di nava CHPê de şarezayên babetê amaje pê dikin ku Ozel dê CHPê ser sê xalan pêş bixe lê ji bo kêşeyên sereke yên Tirkiyê nebe çareseriyek.

Şirovekarê siyasî Prof. Dr. Tevfîk Erdem ji K24ê re got: “Ozgur Ozel dê vegere ser esasen bingehîn yên CHPê.  Ango dê politikaya dewletparêz, kemalîst û nasnameya Tirkbûnê zêdetir derxe pêş. Li gel vê yekê dê  hewl bide gavên ku gorî dilê gelê Kurd jî biavêje. Lê belê ger Ozgur Ozel çaksaziyên pêwîst neke bawer nakim ku guherîneke mezin jî bîne.”

Beramberî vê yekê siyasetmedarên bi salane di nava CHPê dene jî amaje pê dikin ku ji bo nirxandina Ozel pêwîstî bi dem heye ku çaksaziyên xwe eşkere bike.

Parlementerê berê yê CHPê Atîlla Kart dibêje: “Ozgur Ozel ji sala 2011an ve ye di nava CHPê de ye û di erken girîng de cih girtiye. Kesekî xwedan ezmûn e. Lê belê di warê demokratîkbûn, çareseriya pirsa Kurd aborî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û hemwelatîbûna wekhev de Ozgur ozel dê gavên çawa biavêje û dê wek Kemal Kilicdaroglu bikaribe hemû layenên Tirkiyê dora xwe kom bike, di vê mijarê de gûmanên min zêde ne. Ber vê çendê bo Ozgur Ozel 3-4 meh pêwîst in ka gelo dê bikaribe çi bike.”

CHP a ku sala 1923an de hatiye damezrandin piştî deshilatdariya 27 salan ev 73ê sal in nekariye bi tena sere xwe bibe deshilat û dê bike ku bi serokatiya Ozgur Ozel dawî li vê hestera deshilatbûnê bîne.

BO STEND UP: Serokê nû yê CHPê Ozgur Ozel di 31ê Adara 2024an de di hilbijartinên şaredariyê de dê hewl bide li hemberî deshilata Tirkiyê serkeftinekê bi dest bixe û di nava rayagiştî ya Tirkiyê de xwe bide diyarkirin.