Mustafa Ozçelîk: Em hevdîtinên PDK û YNKê bi kêfxweşî pêşewazî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk derbarê hevdîtina PDK û YNKê ya roja 07.11.2023an de, peyamek belav kir û tê de raghand, “Em hêvî dikin ku ev civîn wê bibe destpêka tifaqeke nû ya hemû partîyên niştimanî yên li Başûrê Kurdistanê.”

Peyama Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk:

PDK û YNKyê, di roja 07.11.2023yê de, bi beşdarîya rêzdaran Nêçirvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talabanî, Qubad Talabanî û rêvebirên PDK û YNKyê, li Pîrmamê hevdîtinek pêk anîn.

Li kîjan perçeyê Kurdistanê û li kîderê cîhanê dibe bila bibe; kîjan partîyên kurdan û kîjan welatparêz, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan dibe bila bibin, ji bo yekitî, hevkarî û yekrêzîya nava partî, rêxistin û dezgehên kurdan nêzî hevdû bibin, hevkarî û tifaqan bikin, dest bidin hev û li hev xwedî derkevin, cihê kêfxweşî û şanazîyê ye.

Herweha her gav û xebateke ji bo mafên neteweyî, demokratîk û kulturî; ji bo bidestxistin û parastina statuyek siyasî ya milî li ser cografîya Kurdistanê tê meşandin, em weke xebateka xwe pênase dikin û cîhê dilxweşîyê ye.

Her hewildan û gavek di vî warî de kelecan, coş û hêvîya miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê geş dike; bawerî, hest û hişmendîya neteweyî xurtir û berfirehtir dike.

Bi van hest, bîr û bawerî û hişmendîyan ez civîn û nêzîkbûna PDK û YNKyê pîroz dikim û hêvî dikim ku ev hevditina roja 07.11.2023yê bibe destpêka lihevkirineke nû ya stratejîk ya weke tifaqa di navbera rêzdar Serok Mesûd Barzanî û rêzdar Serok Mam Celal de.

Em hêvî dikin ku ev civîn wê bibe destpêka tifaqeke nû ya hemû partîyên niştimanî yên li Başûrê Kurdistanê, wê bibe destpêka yekkirina dezgehên heyî yên dewleta federe û ava kirina dezgehên nû yên dewletbûnê.

Destkeftinên dewleta federe yên Başûrê Kurdistanê, stargeh, piştûpal û hêvîya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ne.

Lêxwedîderketin û parastina van destkeftinan, di serî de wazîfe û berpirsiyarîyeke neteweyî, welatparêzî ya hemû partî, rêxistin û dezgehên neteweyî yên Başûrê Kurdistanê ye; li di heman demê de, ev wezêfe û berpirsiyarîya hemû partî, rêxistin, dezgeh, welatperwerên perçeyên din yên Kurdistanê û kurdên cîhanê ye.

Bi rêz û silavên min.

08.11.2023

Mustafa Ozçelîk