5 koçberên Sûrî li peravên Lîbyayê xeniqîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Belemeke koçberên Sûrî li deryaya Sipî li nêzîkî peravên Lîbyayê binav bû û 5 penaber canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, belemeke koçberên Sûrî, li deryaya Sipî li nêzîkî peravên Lîbyayê binav û 5 penaber xeniqîn

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ew koçberên xeniqî ne, xelkê bajarê Darayê û ji ber rewşa aboriya ya xirap ji bajarê xwe derketine.

Cotmeha borî jî 23 penaberên Sûrî yên ji gundewarê Şamê li deryaya Sipî li nêzîkî peravên Lîbyayê xeniqîbûn.

Tevî metirsiyan, Sûriyên ku dixwazin xwe bigihinîn welatên Ewropayên û mafê penaberiyê werbigirin, serî li rêyên cuda yên qaçaxç didin, ji wan jî rêya Lîbyayê ye ku di deryayê re hewl didin xwe bigihînin peravên Ewropayê.

Deryaya Spî rêya herî metirsîdar a koçberiyê li cîhanê ye. Rêxistina Koçê ya Navdewletî û ajansa Netewên Yekgirtî texmîn dikin ku di sala 2022an de 1417 koçber li wir winda bûne.